NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) wê li 6 welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ’, li ser banga seferberiyê ya Komalên Ciwan wê meş werin li darxistin.
Meşa ciwanan wê li Swîsreyê di 30’ê Gulanê de bê li darxistin, li ser vê esasê komîteya amadekar ya meşê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de bang ji bo tevahî kesan hate kirin ku, li dijî êrîşên dagirkeriyê û îxanetê, rabin ser piyan û welatê xwe biparêzin.
Bi tevahî daxuyanî wiha ye;
“Şerê ku bi pêşengiya NATO’yê li Rojhilata Navîn pêk tê, ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya PDK’ê veguherî komployê. Mehên dawî bi krîza li Ûkraynayê re êrişên dewleta Tirk ên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zêde bûne. Krîza petrolê û çavkaniyên xwezayî ji ber ku pêşbirk û hevrikiya NATO û emperyalîzma Rûs de rû da, her wiha bû sedem ku êrişên faşîzma dewleta Tirk ku bi hevkariya NATO’yê pêk tê li Başûrê Kurdistanê û Rojava hîn zêdetir bibe. Li ser bingeha banga çalakiyê a tevgerên ciwanên şoreşger ên li Ewropayê (TCŞ/TekoJIN) ku wê li Fransa, Elmanya, Swêd, Swîsre, Yewnanistan, Rojava û Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin, li vir wek ciwanên Kurd ên li Swîsreyê em ê 3 roj çalakiya Meşa Dirêj organîze bikin.
Em bang li Kurdistaniyan û dostên xwe dikin ku bi şiyara ‘Kurdistanê biparêzin’ 3 rojan li dijî xiyanet û dagirkeriyê tevlî çalakiyan bibin.”
Cih û Dîroka meşa dirêj wiha ye;
- Roja Yekem
30’ê Gulana 2022’an Duşem
10:00
Qada 1’ê Gulanê, Solothûrn - Roja duyem:
31’ê Gulana 2022’an
10.00
Biel Zentralplatz – Lyss - Roja sêyem
1’ê Hezîrana 2022’an Çarşem
10.00
Zoolîkofen-Bern