SINE – Li bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê dayîka 8 zarokan Şerîfe Vekîlî ya 60 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin.
Li go agahiyên hatine bidestxistin di navbera wê û mêrê ku pê re zewicî bû nîqaşek sedema wê nayê zanîn derketiye. Piştî nîqaşê Şerîfe Vekîlî bi keleşnîkofê bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li gor hîn agahiyan kujerê ku navê wî Muhsîn Ziya ye beriya çend salan qezayekê seyarê jiyaye û pirsgirêkên wî yê derûniyê hebûye. Tê payîn ku kujer ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin û lêpirsîna wî berdewam dike.