QAMIŞLO – Meşa Dirêj ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve, li Rojavayê Kurdistanê di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” hatibû bi rêxistinkirin destpêkir.
Bi boneya hatina Pêngava Şorşegerî ya 1’ê Hizêranê, meşa 3’ê rojan ya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li ser esasê bersivdayîna banga seferberiyê ya ku Komalên Ciwan ragihandî, hate destpêkirin. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji bo ku helwest û bertekên xwe li hember dagirkerî û îxaneta bidin diyarkirin tevlî meşa dirêj bûn û di meşê de dan diyarkirin ku wê li kêleka gerîla mil bi mil bisekinin û tu carî ji dagirkeran re rênadin ku Kurdistanê dagir bikin.
Îro di demijmêra 11:00’an de li bajarê Qamişlo, bi beşdariya sedan ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê meşê li ber çarxoriya Qermotî destpêkir. Heman demê de beriya ku ciwan dest bi meşa xwe bikin, bi deyekê rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreger û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji aliyê Romîna Alî ve daxuyanî hate xwandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê ciwanên şoreşger û welatparêz, li hember her êrîşek dagirkeriyê li qadan bin, ji dagirkerî û îxanetê re, wê Kurdistanê bikin dojeh.
Bi tevahî daxuyanî wiha ye;
Li hemberî civak û welatê me, bi serkêşiya rêjîma faşîst û qirker dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê de, êrîşên topyekûn ên îmha û dagirkeriyê tên meşandin. Van êrîşan bi plan û piştgiriya hêzên navnetewî wek konsepta tasfiyekirinê her roj diçe berfireh dikin û li hemû parçeyên Kurdistanê belav dikin. Li dijî konsepta îmhayê di pêşengtiya Rêber Apo de li Îmralî berxwedanî tê pêşxistin, disa di şexsê Gerîlayên Azadiyê de berxwedaniya ku belavi çiyayên Kurdistan buye faşizm aniye ber hilweşandinê.
Faşîzma AKP û MHP dixwazin bi hevkariya PDK xwe ji vê hilweşandinê xelas bikin. Ji bo vê li hemberî qadên Gerîlayên Azadiyê, li herêmên parastina medya êrişên mezin ê imhayê dane despêkirin. di Sala derbasbûyî meha sibatê de di êrişa dagirkirinê ya li ser Garê de binketinek mezin jiyankirin. Ji bo xwe ji vê rewşa binketî derxin disa êriş birin ser Avaşin, Zap û Metîna. Dema dagirkirina ku hedef kiribûn pêk nehat, îsal disa di 17 Nîsanê de dubare êrişên dagirkirinê yên nû li ser Zap û Avaşîn dane despêkirin. Ev êriş weke berdewamiya konsepta tasfiyekirina tevgera azadiya gelê kurd û dagirkirina welatê me ye.
Armanca wan hêza parastina gel were tasfiyekirin û pişt re jî pêşiya qirkirina giştî gelên herêmê were vekirin. Ji ber vê sedemê jî şerê ku li Zap û avaşînê tê meşandin ne bi tenê tevgerekî dagirkeriyê ye lê şerê qirkiririnê ye. Giştî gelên herêmê û mirovatiyê eleqedar dike. Herwiha ev şerekî mayin û nemanê ye. Li dijî van êrişên nemerdane, bê şeref û bê exlaq, ku hemû cûreyên çekên di destê wan de heye bikartînin. Heta çekên kimyewî jî di nav de Gerîla bi rihê serkeftinê li berxwe dide, nahêle dagirker û hevkar encam bigrin. Bi pêşegntiya qehremantî û fedayîbûna Gerîla her roj li ser axa pîroz û welatê rojê bi dehan dagirker tên cezakirin. Di Zap û Avaşin de çok li dijmin tê danîn.
Gerîla rûmet û kerameta me diparêze. Nahêle dagirker bi lingên xwe ên qirej û gemar pê li axên me bikin. Ev êrîş tenê bi qadên Gerîla re sînordar nînin, di serî de Şengal û Rojava , Mexmûr jî kirine hedefa xwe. Bi gişti hedefgirtina tasfiyekirina tevgera azadiyê û berxwedana gelê me dane pêşiya xwe. Li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkî berxwedaniya dîrokî ya Gerîla dawî li hevkariya Tirkî û PDK jî tîne. Di vî şerê hebûn û tunebûnê de wek tevgera ciwanan li her derê faşizma tirkî û hevkerê wê PDK ê hilweşandin erka me ya sereke ye. Li hemberî êrîşên dagirkeriya tirkî em wek ciwan û gel lazime bi her awayi li dijî van êrişan bi rihê salvegera Hemleya 1’ê Heziranê ya Pêngava Mezin a Gerîla di tevgerandin, çalakbûn û hest de xwe seferberi tekoşînê bikin û ji bo serkeftinê ala têkoşînê bilind bikin.
Lazime neyê ji bîrkirin ku faşîzma Tirk çiqas li ser hev darbe bixwe wê ewqas ber bi helweşandinê ve biçê. Em bi vê zanebûnê li her derê bi rihê seferberî pêwiste bikevin nava berxwedaniyê. Di bingeha şerê gel ê şoreşgerî de faşizma tirkî li her cih û qadê hedefgirtin erka me ya şoreşgerî û welatparêziyê ye. Di sala 50. ya tekoşînê de fîzîkî azadiya Rêber Apo pêk anîn, faşizmê têk birin û dawî li dagirkeriyê û hevkariyê anîn hedef û armanca me ye. Bi vê zanebûnê li her derê bi şîara “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin cenga azadiyê’’ bê navber xwe seferberî serhildanê kirin û xeta berxwedaniyê xûrtkirin ji bo me wê esas be.