LONDON – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li paytexeta Îngilîstan Londonê, bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” li kolana rêya Herfordê di demijmêr 11:00’an de dest bi meşa dirêj kirin.
Ciwanan di meşê de bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ûı pankartên ku nivîsên weke “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” rakirin. Meşa Dirêj piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên meha Gulanê, destpêkir.
Ciwanan di meşê de bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyawî ya li dijî gerîla û bang li tevahî ciwanên kurdistanê kirin ku li dijî van êrîşan bê deng nebin û gotin; “Zihniyeta faşîst ya ku nikare têkçûna xwe li hember berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê qebûl bike, serî li bikaranîna çekên kîmyawî kir, ku yek ji sûcên şere. Li ser vê esasê bi dirûşemeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê”, em bang li hemû ciwanên Kurdistanê û dostên wê ên li Ewrupayê dikin ku xwedî li Kurdistanê derbikevin û berxwedana gerîla hembêz bikin.”
Ciwan wê îro 10 km bimeşin û tevlî çalakiyên ku li Navendên Civaka Kurd ên Demokratîk bên li darxistin bibin.