NAVENDA NÛÇEYAN –
Piştî ku artêşa tirk di şeva 23 bi 24ê Nîsana 2021an ve girêda dida êrîşa dagirkirina Zapê, Metina û Avaşînê da destpêkirin, yek ji cihên berxwedanê jî Girê Sor bû. Girê Sor, ne tenê çeperek ya şer bû, ew landika bawerî, vîn û ji xwe baweriyê bû.
Tenê armanceke wan gerîlayên ku weke zinareke asê ya rê naçiyê li hemberî artêşa tirk ya hov sekinîbûn hebû: wê li ber xwe bidana û gavekê şûnde neçûyan.
Dema lazim bikira wê wan sîng bi sêng şer bikirana, biketana nava dijmin û ew têk bibiran, lê belê wan çeperên xwe bernedidan. Ewan gotina Mazlûm Doxan ya digot “teslîmiyet mirov dibe xiyanetê, berxwedan jî dibe serkeftinê” kiribûn guhar û kiribûn di guhê xwe de.
Wan sond xwaribû. Bi hev re, destek wan li ser çeka wan, destekê wan jî li ser dilê wan bû û soz didan û digotin, em ê rê nedin ku dijmin li ser van çiyayên pîroz ên ku Îskenderê Mezin jî nekarîbû xwe lê bigire, ala xwe ya xwîn jê dirije daçikînin.
Te digot qey dunya diheje
Êrîşên artêşa Tirk ya hov heta 3ê Îlonê berdewam kiribûn. Rêbazên ku wan neceribandin nemabûn. Di vî şerê xedar de bêhna ku nehatî kişandin, dûmanê nehatî dîtin, teqînên nehatîn pêkanîn û çekên dengê wan nehatîn bihîstin nemabûn. Her tişt hatibû ceribandin. Dijminê barbar her rê, her rêbaz û her cureyê çekan bikar anîbû.
Hêzên dewleta Tirk zêdeyî 2 mehan li hemberî 9 gerîlayan bêzar û bêçare mabûn. Welê xuya bû ku, her çi dibûya bila bibûya, dê serkeftin ya gerîla bûya.
Payîza 2021 an hîn nû dest pê dikir. Pelê salnameyê 3ê Îlonê nîşan dida. Pelên daran hêdî hêdî zer dibûn û diweşiyan, bablîsokan jî li xezamên weşyayî yên binê daran dida û ew li hewa li nav guhên hev dixist û weke reqasê li ber dengê dihol û zirnê, li serê govendê xwe tê de winda bike, ew xezam jî wiha li ber bablîsokan direqisîn.
Wan îsal ev guherîna demsalê nedidîtin. Lê bê wan ew di kûrahiya dil û giyanê xwe de hîs dikirin. Ji ber ku demê wan tune bû bala xwe bidine xezamên ku li ezmanan li ber bablîsokê ji xwe re direqisin. Mixabin îsal ne demê wan hebû û ne jî şert û mercên wan rê dida ku ew weke salên berê li ezmanan binêrin, stêrkan temaşe bikin, di bin roniya heyvê de tilîliyan bidin û di bin tîrêjên rojê de giyanê xwe nû ve bikin. Ji ber ku ew bi dijminekî barbartirîn ê dîroka mirovahiyê, xwîn mij, hov, bê însaf û bê wijdan û di dil û giyanê xwe de tenê xirabî dihewand re, di nava şer de bûn.
Di 3ê Îlonê de texmîn dikirin ku wê artêşa Tirk hewl bide tiştekî bike. Texmîna wan ew bû ku, wê dijmin an teqînek mezin çêbike yan jî gaza kîmyewî bikar bîne. Ji ber vê yekê, ew hemû jî bi baldarî û hişyarî û destê wan li ser tetîkê li benda dujmin bûn.
Ew 9 kes bûn. 6 jê li tebeqa jor û 3 jî li ya jêrê bûn. Piştî şîvê, derdora seet 18.00’an de, hejîneke pirr xurt çêbû. Nehate fêm kirin ku ka ev çi bû. Hejîn çêbûbû, lê belê deng tune bû. Çi deng nehatibû bihîstin. Ji ber ku dengê teqînê nehatibû, ewil ji xwe re gotin gelo dibe ku erdhej be. Hema piştî demeke kin, dîtin ku dûmanek mîna mijê hemû alole ango labîrent bi tevahî tarî kir. Di heman demê de bêhneke wiha dijwar ku ti mirov nikare xwe li ber bigire û bêhnek mîna hêkên rizî jê dihat jî ketibû di nava alolê de. Vê carê dûman heta qatên binî jî çûbû. Ji ber vê yekê, wan fêm kiribû ku ev êrîş ji yên heta niha cudatir e.
Armanc û Tekoşîn rûyê xwe pêçabûn û bi lez çûbûn berê xwe bidin deriyê mezin. Armanc hêj 5-6 mîtroyan neçûyî hema di cîh de ketibû erdê. Tekoşîn jî bi heman awayî piştî çend gavên din çû li erdê dikeve. Tekoşîn nedikarî bêhna xwe bide û bistîne û te digot qey ew dixeniqe. Rûyê wê reş û şîn bûbû, nedikarî bêhnê bistîne, te digot qey ew li ber sikratê ye û li ber xwe dide. Mizgîn ew dabû li ber zilehan bêhna sûnî dabûyê û piştî hatibû ser hişê xwe xwestibû şîrê li dijî jehrê pê bide vexwarin. Lê belê ji ber ku Tekoşînê gezek li zimanê xwe dabû nedikarî şîr vexwe. Piştî ku ew piçekî bi ser xwe ve hat, Mizgîn ew biribû mangê. Lê belê dilê Tekoşîn xeliya bû û diverşiya û vê rewşê qederekê dom kiribû.
Digotin qey Armanc şehîd ketiye. Lê belê ew dijiya. Dilê wî borî bû û ew bê hiş li erdê vezelayî bû. Mizgin dîsa berê xwe dabû nabza wî û paşê ew biribû mangê. Hişê xwe winda kiribû. Heta ku wî pêlava xwe vajî diwergirt, pirsên xerîb dikirin û heman pirs dubare dubare dikirin.
Bi cîhaz ango bêtêlê gazî yên li jorê kiribûn, lê belê ti kesî bersiv nedabû. Tekoşîn hîna jî dem bi deman bêhiş dibû. Armanc li derdora seet 21.00 an de derketibû qata jorê, lê venegeriya bû. Pey wî re Mizgîn jî derketibû jorê. Teqîn li ber deriyê Çarçela pêk hatibû û jiber zexta teqînê barîqatên li ber deriyê Çarçela firiyabûn hatbûn heta pêşiya mangê. Tiştên herî giran ên ji bo barîkatê li tebeqa nêvê hatibûn danîn, hemû bûbûn ax û xwelî. Di navbera metbexê û derî de bi qasî 200 mîtroyî navbêr hebû, lê belê firaxên metbexê hemû şikestîbûn û li erdê belav bûbûn.
Botan, Serhildan, Zinarîn, Argeş, Delal û Ozgur di heman korîdorê de li pey hev li erdê dirêjkirî bûn
Piştî ku di tûnelê de hinekî pêş de çûn, pêşiyê bedena bê can a Serhildan hate dîtin. Piştre bedena bê can a Fermandar Botan… Serhildan û Botan di qorîdorê de, li nêzî cihê cebilxanê li tenişta hev şehîd ketîbûn. Botan li ser pişta xwe bû, laşê wî sor bûbû û çavên wî vekirî bûn. Piçekê wêvetir, piştî ku ji metbexê derbas bûyîn, bedena bê can a Zinarîn li nêzî mangê hatibû dîtin. Li nêzîkî mangeya wêdetir, bedena Argeş, Delal û Ozgur li erdê dirêjkirî bûn. Çavên wan vekirî û destên wan di qirika wan de bûn. Lingên wan li hev zivirîbûn û vajî bûbûn. Di destê Argeş de maskeya gazê hebû, lê belê ew negihabû ku wê bide serê xwe. Her sê jî weke hev li erdê bûn. Diyar bû ku ew ji ber bandora gazê di demeke kurt de fetisîbûn û tevlî karwanê şehîda bûbûn. Çi gotin tunebûn ku, piştî vê dîmena dil û hinavê mirovî diperitand, hest, hêrs, kîn û nefreta dilê wan vebêje…
Biryareke zehmet
Armanc hişê xwe winda kiribû û pirr dil nazik bûbû. Dema wî li bedenên bê can ên rêhevalên xwe yên şehîd dinêrî, or û or digiriya. Rewşa Tekoşîn û Armanc nebaş bû. Tiştek nedihat bîra wan. Te digot qey bîra wan hatiye paqijkirin û ew bê hiş û bîr bûbûn. Her çend wan bedenên şehîdan ên li erdê li ber hevdu rêzkirîn dîtibûn jî, lê her pênc deqeyan carekê dipirsîn ku ew li kû ne, çi dikin, çima wiha bû.
Êrîş him giran bû, him bi barbarî bû û him jî pirr hovane bû. Bi sedan leşkerên dagirker dora çeperekê girtibûn, 9 gerîla dorpêç kiribûn û bi hêrsa ku ji êrîşên bê encam yên bi mehan vê carê êrîş kirîbûn. Çekên kîmyewî bi kar anîbûn. Ev bêbextî bû, bê edaletî bû. Di gel hemû derfet û hêza xwe ya mezin tişta ku nekarîn heştî rojan de bikin, bi bêbextiyeke mezin, bi bê exlaqiya herî mezin a sûçên şer, bi gaza kîmyewî kiribûn.
Ev jî rêbazên dijminê tirsonek, bêbext û neyarê mirovahiyê bû. Û wan difikirîn ku wê bi vî rengî hêzên gerîla xwe teslîm bikin. Bi rastî jî dijmin barbar, hov û bê wijdan bû. Li holê dijminekî ku sûcê şerî dikir hebû. Bikaranîna çekên kîmyewî di hiqûqa cîhanê de weke sûcê navneteweyî yê şer û sûcê mirovahiyê dihate pênasekirin. Ji ber vê yekê hevsengiya şer jî hatibû guhertin. Ji 9 gerîlayan 6 bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin. 3 gerîla mabûn û jixwe ji ber gazê, bi 2 ji wan re jî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê derketibûn.
Ji ber vê yekê, pêdivî pê hebû ku rêyeke nû, teqtîkeke nû bê peydakirin. Lê belê di heman demê de cesaret û îradeyek mezin ya biryardanê jî lazim bû.
Mizgîn pirr hizrê xwe kir, pirr li ber hevde bir-û-anî, heta ji destê wê hat her tişt hesab kir. Wê gelek caran fikirî û got, “Gelo ez bêjim yan na, gelo rast e yan na”.
Wê ji xwe re got, “erê.
” “Erê, divê ez bêjim û divê em biryarekê bidin.
Divê partî encamên vê berxwedana bi rûmet bizane.
Divê cîhan hemû vê berxwedana şehîdên ku bi
qehremanî li ber xwe didan û heta nefesa xwe ya
dawî jî bi dilsoziya tolhildanê li dijmin didan bizanibin.
Divê mirovahî hemû vê bêbextî û tirsonekiya neyarê
mêtînger bizane. Nexwe ti kes wê nezane ka çi bûye
û tenê wê bê gotin “ li ber xwe dan” û “şehîd ketin”,
wê ji vê pê ve ti rastî nehate zanîn.
Lê ne tenê li ber xwe dan. Em dizanin ka wan çawa
bi dijmin re şer dikirin, çawa şerekî bîrdozî û psîkolojîk
didan meşandin û tevî hemû şert û mercên xirab û teng,
ka ew çi pêlewan û fermandarên mezin bûn. Ji ber vê yekê,
wê ev dîroka van lehengên nedihatin naskirin, di hişê ciwanên
Kurdistanê de, jin û mêrên Kurd de cih negire.
Ev wê bibe kêmasiyek û xeletiyek mezin.
Lewma divê em ji vê derê bi awayekî derkevin.
Divê em bi dijminî re sing û sing şer bikin, serê wan bifirînin,
van teht û zinaran ji wan re bikin goristan. Lê divê her
em ji vir bi saxî derkevin. Divê em bibine teyrê bazî û xwe li
zikê ezmana bidine, divê em bibine xezal û xwe di van lat û zinaran de
berdine, divê em weke nêriyê pezkûvî van hêsaran bikine du qevz
û xwe ji ser van hewalên bilind berdine gelî û newalên kûr; raste,
evder hêsar in, asê ne, dijminî her der dorpêç kiriye, lê divê em her
rêyekê bibînin û sax ji vir derbikevin.”
Dema wê ev hemû di serê xwe de dibûrandin, xemgîniyeke mezin ketibû nava dilê wê û keserên kûr ji binê lingên wê dihatin…
Û biryar hate dayîn. Ew ê ji tûnêlê derbiketan. Ew zehmet bû û li wan pirr giran dihat. Wê wan rêhevalên xwe yên li wir şehîd ketîbûn bihêlana û ji wir derbiketan. Wê wan termên hevalên xwe yên ku bi hev re rojên jiyana xwe yên herî xweş jiyayîn li wir bihêlayan û ew der biterikandan. Ji bo şervanekî, ji bo gerîlayekî, belkî tişta herî zehmet ew e ku termê hevalên xwe ne bi merasîmeke bi heybet rake, lê termê wan li pey xwe bihêle û biçe ye. Zehmet bû, pirr giran bû. Lê belê tişteke din ya bê kirin jî tune bû. Lê di dilê xwe de digotin û soz didan, ‘Ey neyarê bêbext û tirsonek, baş bizane em ê hesabê vê bebextiyê ji te bipirsin.’ Û bê guman ew ê hesabê vê ji wan bipirsiyan.
Her sêyan jî, li ber bedenên hevalên xwe yên li jorê şehîd bûyîn, bi dorê ve bejna xwe tewandin, ew silav kirin û paşê jî daketên jêr.
Seetê 23:00 nîşan dida. Piştî ku daketin jêrê, rûniştin û li ser planekê xebitîn. Ne zêde wextê wan hebû, ne jî bijarteyên wan yên cuda hebûn. Tenê rêyek hebû, wê ew di wextekî guncav de der biketan derve û xwe ji nava wê derya gazê xelas bikrana.
Seet di 03:00’an de hê dudiliyek di serê wan de hebû. Lê ev dudiliya ku zêdetir bi gerîlla Armanc re heyî, nedihişt ku ew gavek zû derbikevin rê. Wî digot, “Hevalên me şehîd ketine, em ê çawa şehîdan li pey xwe bihêlin û biçin, em nikarin şikeftê berdin.” Û ev gotin bi dehan, bi sedan caran dubare dikir. Di dawiyê de, piştî gelek hewldanan ew gîhîştibû biryarê. Her çend ev biryarek zor û giran bû jî, tenê ji bo xatirê tiştên ku di tûnêlan de hatîne jiyan bêne zanîn be jî, biryara derketina ji tûnêlan hatibû standin.
Fedaî ji derya gazê derdikevin
Heyveron bû. Tava heyva şîv xwarî şewqa xwe dida her derê. Ev jî bê şansiya wan bû. Vê yekê ji bo fedaîyan tehlûkeyek mezin derdixist holê. Ew şeveqa ku di helbest û destanan de weke sembol dihate pênasekirin û xemê dilê evîndaran sivik dikir, îro ji bo van hersê fedaîyên mezin bûbû bê şansiyek mezin.
Rêya wan dirêj bû. Hemû tehlûke di rê de hebûn. Armanca wan ew bû bêyî ku rêya xwe li kesê bêxin, biçine gund yan jî cih û warên din, hema yekser xwe bigihînin partiyê. Tenê daxwaz û armanceke wan hebû; bêyî ku ew bêne girtin, birîndarikirin yan jî şehîdkirin xwe bigihînin hevalên xwe. Ji ber vê çendê, hindik be jî dixwestin hinek xwarin bi xwe re bibin. Mizgîn û Armanc, beriya ku bi rê bikevin çûbûn jorê. Her çend çi erzaqa xêrê nemabû jî, kulmek şekirê mayî û piçek teîna mayî di binê qûtîkê de bi xwe re anîbûn. Ji xeynî wê tiştên weke cîhaz, kod, belgeyên rêxistinî û dûrbînên termal hilgirtîbûn û hatibûn tebeqa xwarê. Her sê jî ji ber bandora gazê weke gêjan lê hatibûn. Serê wan diêşiya, dilê wan lêg dida, kefa spî ji devê wan dihat û her diçû hişê wan zêdetir diçû. Jixwe Armanc mîna nîv-miriyan bû.
Û Mizgîn bi dengekî nerm, xemgîn û hestiyar got: “Em ê niha derkevin derve û bidin pey min”. Armanc û Tekoşîn jî bi gavên hêdî dabûn pey Mizgîn û bi rê ketîbûn. Her yek ji wan bombeyek di berîka wan de hebû. Çi dibû çi nedibû, eger ew bi dijmin re biketana di nava pevçûneke, dibe ku şer dom bikira, biketiyan tengiyê û fîşekên wan xilas bibûna, di rewşeke weha de, ji bo ku ew bi saxî nekevin destê dijmin de, wê wan ew bombeyên li ser xwe bi xwe de biteqandana.
Dema ku Mizgîn xwestibû ji derî derkeve û xwe berde jêr, kevir ji ber lingên wê şemitîbûn û gêr bûbûn. Ev bêşansiyeke mezin bû. Çawa deng hatibû, hema di cîh de hêzên dagirker ber bi cihê ku deng jê hat ve gule û bombe reşandibûn. Her sê jî gêrbûbûn, çenteyên wan û çekên du gerîlayan jî ji zinêr wer bibûn. Di gulebarandina ewil de Armanc ji herdu çengên xwe birîndar bûbû. Armanc li binê tehtê ketibû, gelek xwîna wî çûbû, lê dîsa jî pirsgirêkek cidî derneketibû û jirêveçûna wî re nebûbû asteng. Birîna wî hatibû pêçan û ew hema di cîh de bi rê ketibûn.
Ji ber dron û balafirên keşfê bi qasî 40 deqeyan li binê tehtê bêdeng û bê hereket rûniştibûn. Paşê, piştî ku balafirên keşfê û dron diçin û rewş hinekî aram dibe, xwe berdidin nava daristanê. Wan qet nedizanîn di rêya wan de ka çi heye, dê çi were serê wan, dê çend seetan bi rê ve biçin. rêwîtiyek nediyar, tijî nakokî, şig û guman bû.
Tam heftiyekê bi rê ve çûbûn. Bêyî ku kes wan bibîne, bêyî ku rêya xwe li derekê bêxin, bê rawestan, bê xwarin û vexwarin, di rêyên asê yên çiyayî re xwe gihandibûn hevalên xwe. Ew ji aliyekî ve gelekî kêfxweş bûn, lê ji aliyê din ve jî pirr xemgîn bûn. Kêfxweş bûn, ji ber ku ew bi silametî gihîştibûn hevalên xwe, çi tiştên ku qewimîbûn wê ji Partiyê re bigotan û wê wan ew berxwedana bi heybet ya li Girê Sor di rûpelên dîrokê de bi neqişandana. Xemgîn bûn û dilşikestî bûn, ji ber ku li wê derê, di nava wê tofana gazê de wan 6 rêheval û lehengên xwe şehîd dabûn. Ew sax bûn, lê hevalên wan yên ji dil û can tune bûn.