GRENCHEN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li 6 welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ meş li dar xistin. Meşa Dirêj a Ciwanan li bajarê Solothûrn a Swîsreyê roja yekem li pye xwe hişt. Ciwanan di meşê de êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê şermezar kir.
Ciwanan li kuçeyên Solothûrnê belavokên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser sindoqên poste, camên wesayîtan û rêwiyan belav kirin.
Ciwanên ku saet derdora 13.00’an de ji meşa xwe bêhnvedan kirin, li vir beşdarî semînerekê bûn. Endama TJK-E Newroz Serhed têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li Kurdistanê semîner da.
Serhed çalakiyên ciwanan silav kir û got ku bersiva herî di cih de di vê demê de ciwanan da ye.
Piştî semînera ku nêzî 40 deqeyan dewam kir, ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” meşa xwe ya ber bi bajarê Grenchenê dewam kirin.
Ciwanên ku îro bi qasî 10 km meşiyan wê sibê li bajarê Bîel ê Swîsreyê meşa xwe bidomînin.