MARCO POULO – Meşa Dirêj ya ciwanan ku bi beşdariya bi sedan kesî li kampa Lavrîoyê bi coş dest pê kir, li Marco Poulo bi dawî bû.
Xwepêşandêr bi 26 kîlometreyan meşiyan û gelek caran stranên şoreşgerî û bi berzkirina dirûşmên weke “Bijî Serok Apo û Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire îxanet” meş di roja xwe ya yekemîn de ber bi dawiyê ve çû.
Piştî meşê ciwanan li salona konferansê ya Şaredariya Marco Poulo semînerek li darxistin. Di semînerê de, nîqaşa sereke berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Di semînerê de bal hat kişandin ku berxwedana gerîla ya li çiyayên azad, ji bo parastin û hebûna tevahî mirovahiya Rojhilata Navîn nîşane ye. Heman demê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê, li ser Herêmên Parastina Medyayê hatin şermezarkirin.
Ciwanan peyamên xwe dan û diyarkirin ku ewê heya dawiyê bi gerîla re mil bi mil têkoşîn bikin, wê ji dagirkerî û îxanetê re rê nedin. Piştre semîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Meşa Dirêj ya ciwanan wê sibe jî, ji Marco Poulo dest pêbike û heta Palaniayê bimeşin, wê di 1’ê Hezîranê de bigihêjin Atînayê.