NAVENDA NÛÇEYAN – Wê Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê meşeke dirêj li dar bixin.
Însiyatîfa Ciwanên Başûr bang li tevahî beşên civakê, partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê kir ku tevlî meşa dirêj a ku wê ji Koye heta Behdînanê berdewam bike, bibin.
Hat ragihandin kesên bixwazin tevlî meşê bibin roja 1’ê Hezîrana 2022’yan di saet 11:00’an de li Parka Xwişka Firişte ya navçeya Koye amade bin û wê ji wir ta devera Behdînanê meşek dirêj li dar bixin