TIRBESPIYÊ – Meşa dirêj ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatî organîze kirin, îro di roja xwe ya duyemîn de, di bin dirûşma “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” dewam dike.
Meşa ciwanan ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê, ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin û heya roja îro bê navber dewam dike, îro vê sibehê ji navçeya Tirbespiyê a bi ser kantona Qamişloyê ve destpêkir û ber bi Girkêlegê ve diçin.
Çalakvanan di meşa xwe de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, TCŞ û YJC ve hildane.
Ciwan û jinên ciwan bi siloganên weke yê “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire îxanet” ber bi Girkêlegê ve dimeşin.