RIHA – Ferît Şenyaşar ê di roja 449’emîn a Nobeta Edaletê de li pêş edliyeyê axivî wiha got: “Parlamenterê partiya desthilatê ku komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye. Ji ber vê yekê dozger peywîra bi cih naînin.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 449’emîn de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê li qada ku weke “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir.
‘DARAZA SERBIXWE Û BÊALÎ LI KU YE?’
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Biryara veşartinê ya li ser dosyaya me ku rayagiştî xwedî lê derketiye 4 sal in didome. Li gorî xebatkarên tenduristiyê parlamenter ji xizmên xwe re gotiye ‘Wê kes ji nexweşxaneyê zindî dernekeve’. Daraza serbixwe û bêalî li ku ye?”