LYSS – Ciwanên ku îro li bajarê Bielê dest bi meşê kirin, li bajarokê Seelandheîmê navbera nîvro dan. Piştî navberê siyasetmedar Metîn Mîntaş li ser navê CDK-S’ê ji bo ciwanan semînerek da.
Metîn Mîntaş di semînera xwe de li ser xeta xayîn a li Kurdistanê axaftinek kir û li dijî vê xeta xayîn divê çi were kirin, di destpêkê de têkoşîna gelê Kurd ya li hember xayînên hatiye kirin destnîşankirin û bal kişand ku divê tu carî xeta têkoşînê lewaz nebe û got; “Kurdistan di dîroka xwe de gelek caran rastî xiyanetê hatiye. Xiyaneta Barzaniyan ne ya yekemîn e. Di dîroka Kurdan de 150 salin her tim xiyanet heye. Têkoşîna Kurdan di encama van xiyanetan de hatiye bê bandor kirin. Bandora malbata Barzanî jî li ser rûxandina Komara Kurd a Muhabat hebû.”
Metîn Mîntaş wiha dewam kir; “Yên di damezrandina PDK’ê de cih girtin, piştre xiyaneta malbata Barzanî dîtin û derketin û YNK ava kirin. Malbata Barzanî ku hertim xiyanetê dike, bi tankên Saddam Huseyîn hatin Hewlerê û komkujî pêk anîn. Dîsa li gel MÎT’a Tirk li Hewlerê bi ser nexweşxaneyê de girt û bi dehan gerîlayên birîndar şehîd xistin û hê jî cihê kesên ku hatine qetil kirin nayê zanîn.”
“Di dema şerê Başûr de tevî dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurd êrîş pêkanî û xwest di şexsê Şehît Bêrîtan de dest li jina azad a Kurd wer de. Berxwedana şehîd Bêrîtan mîna sîleyekê li rûyê xeta xayîn hatiye xistin.”
Metîn Mîntaş da xuyakirin ku PDK’ê gelê Êzidî li Şengalê li dijî DAIŞ’ê bêparastin hiştiye û gotinên xwe wiha dewam kir:
‘Divê em li dijî van êrîşan li ber xwe bidin’
“Malbata Barzanî li dijî êrîşên DAIŞ’ê reviya, gelê Êzidî bêparastin hêşt. Di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran jin radestî DAIŞ’ê hatin kirin. Bi dewlemendiyên xwe yên milyon dolarî li gelek deverên cîhanê qesr kirîn jî, gelê Başûr bi birçîbûnê re rû bi rû ma. Par bi hezaran mirovên me li ser sînorê Belarûsê bi birçîbûnê re rû bi rû man. Îro ev xeta xayîn bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî têkoşîna azadiya Kurd bi hev re tevdigerin. Di êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî qadên gerîla de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li hemberî van êrîşan gerîlayên azadiyê berxwedaneke bê hempa raber dike.”
Li ser şopa Rêber APO ev 40 salin têkoşînek tê meşandin. Dîsa tevgera me tevgereke mirovatiyê ye. Êrîşên modernîteya kapîtalîst ên li ser têkoşîna me didomin. Divê em li dijî van êrîşan li berxwe bidin.”
Piştî ku semîner bi dawî bû, çalakgeran meşa xwe dewam kirin, di nava meşê de ji çalakvanan re belavok hatin belav kirin. Ciwanan meşa xwe bi moral û coşeke mezin dewam kirin. Di dawiyê de ciwanan dîsa bang li hemû ciwanên bi rûmet kirin ku ew jî cihê xwe di nava çalakiyan de bigirin û li hember dagirkeriyê bê deng nemînin.
Çalakvanên ku danê êvarê xwe gihandin bajarê Lyss’ê, li stasyona trenê ya Lyss’ê daxuyaniyeke dan. Piştî pêşandan û axaftinên ku hatine kirin, meşa ciwanan ya di roja 2’yemîn de bi dawî bû û wê sibê ji Lyss’ê ber bi Bernê ve dewam bike.