PALANIA – Li Yewnanîstanê, roja duyemîn a Meşa Dirêj ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ve, ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirker û xiyaneta PDK’ê hat li darxistin, bi dawî bû.
Roja yekemîn a meşê ku duh bi beşdariya bi sedan kesî li kampa Lavrîoyê bi coş dest pê kir, li Marco Poulo temam bû. Di roja duyemîn a meşê de çalakger ji Marco Poulo ketin rê û danê êvarê xwe gihandin Palaniayê.
Li gel pankartên “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin Cenga Azadiyê” û “Kurdistanê biparêzin” û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hebûn. Çalakvanan bi yek dengî siloganên weke “Gerîla dimeşe erd û ezman diheje”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan”, “Bimire Îxanet” û bi stranên şoreşgerî reng li meşên xwe zêde kirin.
Aktîvîsta TekoJIN Rojbîn ku 2 rojan cihê xwe di meşê de digire ji ajansa me re axivî;
“Silav ji hemû kurdistaniyan re. Em weke Jinên Ciwan ên Tekoşer ‘TekoJIN’ û weke hevkariya bi çalakgerên Tevgera me ya Ciwanên Şoreşger TCŞ, çalakiya xwe ya Meşa Dirêj didomînin. Îro roja me ya 2’yemîn e. Îro em pir kêfxwaşin, pir bi coş û moral in. Em dibêjin ku emê dengê xwe li hemû cîhanê bidin bihîstin. Gelên cîhanê, gelê me yê Kurdistanê û Gerîlayên Azadiyê wê dengê me bibihîzin. Em li ku dibin bila bibin emê li her derê dengê xwe bilind bikin û bibêjin ku Werin Cenga Azadiyê”
Xwepêşandêr wê sibe meşa xwe li paytext Atînayê biqedînin. Girseya ku wê ji aliyê gel ve li ber Akademiya Atînayê bê pêşwazîkirin, wê li ber Konsolosxaneya Tirk bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya protestoyî bînin.
Piştî çalakiyê wê di çarçoveya pêngava 1 ‘ê Hezîranê de li kampa Lavrîoyê cejneke girseyî ji gel bê li darxistin.