AMED – Li Amedê li ser esasê seferberiya ku hatî ragihandin çalakiyên DGH’ê jî di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de dewam dikin.
DGH’ê derbarê çalakiyên ku li darxistine de daxuyaniyek dan, di daxuyaniyê de DGH’ê bal kişand ku wê çalakiyên wan berdewam bikin.
Daxuyanî wiha ye;
Li Amedê ji aliyê yekîneyên me ve rêzeçalakî hatin li darxistin. Çalakiyên me li ser esasê, bersiv dayîna êrîşên dagirkeriyê yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê ye, çalakiyên me wê hemû di vê çarçoveyê de bên li darxistin. Di heman demê de ji bo salvegera Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Pûşperê hate li darxistin. Çalakiyên ku Yekîneyên me pêk anîne wiha ye;
- “Di 31 ‘ê Gulanê de rêya Elezîzê ji aliyê Yekîneya Şehîd Devrîm Amed a DGH’ê ve li trafîkê hatiye girtin. Dijminê ku mudaxele kir bi demançe, molotof û fîşekên hewayî hate derbkirin. Di çalakiyê de li ser 2 wesayîtan ziyanên madî çêbûn, yekîneya me ya ku çalakî li dar xistî, bêyî ku pirsgirêkek derkeve gihişt cihê xwe.”
- “Li navçeya Malên Hemşîre ya Amedê, li dijî narkotîk û fûhûşê, yekîneya me ya Şehîd Zulkuf Gezen çalakiyên nivîskî li darxistin.”