AMED – Şefê faşîst Tayyîp Erdogan, ji bo qirkirina kurdan Tansû Çîllerê ku di salên 1990’î de Serokê dewleta Tirkiye yê bû, Erdoxan ew derbas kir. Di salên 1990’î de JÎTEM’a ku weke “makîna mirinê” ya bi hezaran kuştinên kiryar nediyar tê zanîn, li şûna “Tîma Xencerê” ya ku ji çeteyên girêdayî dewletê pêk tê û niha rasterast girêdayî Wezîrê Şer Hulusî Akar e, hate bicihkirin.
Ji serokê koma çete ya Qilebanê Mehmet Paksoy ê bi nasnavê kod Miho Rapinî an jî Miho Apocî ku berê serokê Koma Xencerê bû, di 31’ê Tebaxa 2017’an de hat cezakirin. Tîma Xencerê ya ku piştî cezakirina lîderê çeteyan ji rojevê ket, dema ku di êrîşên Komara Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de hate destpêkirin, careke din derket pêş.
Birayê çeteyê Sêgirkê Hazim Babat ê ku di gelek bûyerên tarî de cih girt Zûbeyîr Babat weke serokê Koma Xencerê hat tayînkirin. Zûbeyir Babat berê serokê koma cerdevanên Sêgirkê bû. Piştî ku kurê lîderê çete Hazim Babat Mesut Babat li şûna Zûbeyir Babat anîn, vê carê jî Zûbeyir Babat bû serokê Tîma Hançer û ekîba xwe ava kir.
Ev çeteyên ku bi taybetî ji aliyê dewletê ve hatine perwerdekirin, bi hevkariya Komara Tirk a faşîst û PDK’ê di êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de tên bikaranîn. Ev çeteyên ku cil û bergên gerîla li xwe kirine, êşkenceyê li gelê Kurdistanê dikin û tunelên şer re tên şandin.
Ev koma çete ya ku rasterast girêdayî Wezîrê Şer, faşîst Hulusî Akar û bi serokatiya Zubeyîr Babat e, ji 22 kesan pêk tê û di nav wan de Mehmet Sebrî Benek, Hacî Benek, Îhsan Kenanoglu, Edîp Babat, Suleyman Bilen, Lokman Benek jî hene.
NC// Niştiman Amed