ADANA – Yekîneya DGH’ê ya Şehîd Goran Goyî li navçeya Seyhan a Adanayê xebatê nivîskî kirin.
Yekîneya DGH’ê ya Şehîd Goran Goyî li navçeya Seyhanê ya Adanayê li ser bingeha pêşwazî kirina Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Pûşperê li ser dîwarên xebatên nivîskî kirin. Nivîsên weke “Bijî Serok Apo, PKK’ê gel e, gel li vir e, Bijî Berxwedana Zapê, PKK’ê li çiya, DGH jî li bajaran” û gelek nivîsên cuda hatin nivîsandin. Yekîneyê li ser xebatên ku bi pêşxistine, ev daxuyanî da;
“Yekîneya me ya Şehîd Goran Goyî ya DGH’ê li gelek kolanên navçeya Seyhan a Adanayê xebatên nivîsandinê meşandin. Ev xebat ji bo Serkeftina 1’ê Pûşperî hate kirin. Emê bibin li bajaran bibin dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, yên ku îro li Zap, Avaşîn û Metînayê li berxwe didin, bi rihê serkeftina pêngava 1’ê Pûşperê wê bi serbikevin, emê jî bibin dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.