GIRKÊLEGÊ – Meşa dirêj ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve, li bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, hatiye organîze kirin, îro di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. Vê sibehê ciwanan ji Girkêlegê destpêkirin û bi Dêrîkê ve diçin.
Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya qirker û hevkarê wê PDK’ê, ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de bi coş dewam dike. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê li ser esasê bersivandina banga seferberiyê ya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve, di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” meşeke dirêj ku sê rojan dewam dike li darxistin. Ciwanan bi vê çalakiya xwe ya girseyî ji dagirkeran re, tavir û helwestên xwe nîşan dan.
Tevahî ciwanên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji pêkhateyên Kurd û Ereb, bi meşa xwe dan diyarkirin ku çi dibe bila bibe, wê li dijî êrîşên dagirkeriyê astengiya çêbikin û hertim piştgiriya berxwedana gerîla bikin, wê berxwedana gerîla hembêz bikin. Ciwanên ku tevlî meşa serkeftinê û rûmetê bûne, bang li hemû ciwanên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dikin ku ew jî cihê xwe di nava çalakiyan de bigirin û ji êrîşên dagirkeriyê re bibin bersiv.
Li ser vê esasê meşa ku di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de, hatî li darxistin, di roja xwe ya yekemîn de ji bajarê Qamişlo bi coşeke mezin destpêkir û ber bi êvarê li Tirbespiyê bi konserekê bi dawî bû. Di roja duyemîn de ji Tirbespiyê destpêkir û li Girkêlegê bi dawî bû. Îro jî di roja xwe ya sêyemîn de ji Girkêlegê dest pêkir, tê payîn ku wê piştî nîvro li Dêrîkê bi dawî bibe.
Di heman demê de îro di roja xwe ya sêyemîn de, bi rihê Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Pûşperê ciwanên Kurd û dostên wê ve li qadan dengê xwe bilind dikin. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi rihê şoreşgerî meşa xwe ya serkeftin û rûmetê dewam dikin.
Ciwanan di meşa xwe de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, TCŞ, YJC, YJA STAR, HPG û hwd.. hildane. Ciwan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî 1’ê Hizêranê û Bimire Îxanet”, bi coşe berz dikin û ber bi bajarê Dêrîkê ve diçin.