KOYA – Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, bi dirûşmeya “LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ, li ser esasê bersivdayîna banga seferbiyê ya Komalên Ciwan, dest bi meşa xwe ya dirêj kirin.
Di pêşengtiya Komalên Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer de li Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, ku bê navber li ser çiyayên Kurdistanê û tevahî Kurdistanê dewam dike, meşa rûmet û serkeftinê ku 2 rojan dewam bike hate organîze kirin.
Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ji Koyeyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji berî çend kêliyan ber bi Behdînan ve destpê kir. Meşê li Parka Xoşke Firîşte destpê kir. Hejmarek zêde ya ciwanan û welatî tevlî meşê bûne.
Ciwanan Başûrê Kurdistanê îro ji Koya bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire Îxaneta PDK’ê” ber bi Behdînanê ve dest bi meşa xwe kirin.
Ciwanan di meşê de bi posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, û wêneyên şehîdên ku bi destê PDK’ê şehîd bûne hildan.