BEHDÎNAN – Meşa ku ciwanên Başûrê Kurdistanê ji Koyê heta Behdînanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê dabûn dest pêkirin, ji îro sibehê de ciwanan bi meş û siloganên xwe hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kirin.
Meş ji aliyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ve ji Koyê heta Behdînanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker di saetên sibê de li Parka Xoşke Fırişte destpê kir. Bi sedan ciwan û welatî tevlî meşê bûn.
Meşa ku ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ya li ser Herêmên Parastina Medyayê dabûn destpêkirin, li nuqteya Dêgele ya di navbera Koyê û Hewlêrê de ji aliyê hêzên PDK’ê yên hevkar ve çalakiya ciwanan tê astengkirin.
Hêzên PDK’ê yên hevkar nahêlin ciwanên Başûrê Kurdistanê ber bi Behdînanê ve bimeşin.