HESEKÊ – Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê daxuyaniyên cuda da û tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye, hedefgirtina sivîlan û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.
Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê ji aliyê endama meclisê Fatime Hisên, ya navçeya Dirbêsiyê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Xade Ehmed û li navçeya Til Temir ji aliyê hevseroka melisê Hedle Yûnis ve hat xwendin.
Daxuyanî li navçeya Tirbêspiyê jî ji aliyê endama meclisê Emel Elî û li navçeya Til Hemîs ji aliyê endamê rêveber ê meclisê Ebdullah El-Cemîl ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku zêdekirina dewleta Tirk êrişên li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriye û Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan dide ku dewleta Tirk nikare armancên xwe li ser erdê pêk bîne û li hember vîna gelên herêmê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê leşkerî ve têk çûye.
Di daxuyaniyan de behsa dewama îxaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Kurdan hat kirin.
Her wiha bêdengiya dewletên Ereban û hêzên cîhanî li hember van êrişan, hat şermezarkirin û bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovahî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike û rê li ber êrişên li dijî gelên Kurdistanê bigire.
Di daxuyaniyan de hat teqezkirin ku gelê hêrêmê li hember êrişên dewleta Tirk hêza xwe ji berxwedana rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê digire. Her wiha hat diyarkirin ku ew dê bi rihê berxwedanê rêya wî bişopînin da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û azadiya gelên herêmê pêk bîne.
Di daxuyaniyan de hat piştrastkirin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, vîna gel a berxwedanê û şopandina rêya şehîdan xurttir dike.