BERN – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Tekoşer di çarçoveya pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ li Swîsreyê jî meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Meşa îro li Schuptenê dest pê kir û wê li Zollîkofena Bernê biqede.
Ciwan duh jî ji bajaroka Bîelê meşiyabûn bajarê Lyssê û nîvrokê semînerek hatibû dayîn. Piştî navberê li ser navê CDK-S’ê siyasetmedar Metîn Mîntaş semînerek dabû. Mîntaş di semînerê de got “Di dîroka Kurdistanê de gelek îxanet pêk hatiye. Îxaneta Barzaniyan ne ya yekemîn e. Di dîroka Kurdan de 150 sal in îxanet tê jiyîn. Ji ber van îxanetan têkoşîna Kurdan derb xwariye. Malbata Barzanî ya ku her dem di nav îxanetê de ye li tankên Saddam Huseyîn siwar bûn, hatin Hewlêrê û li vir qetlîamek kirin. Tevî MÎT’a Tirkan li Hewlêrê girtin ser nexweşxaneyê û bi dehan gerîlayên birîndar şehîd xistin. Hê jî nayê zanîn cenazeyê kesên hatine qetilkirin, li ku ye.”
Serokê sendîkaya Bîel FAU Jonny Rûmpt ê ku tevlî meşê bû, got “Em jî îro nîşan didin ku em bi gelê Kurd re ne. Tirkiye şantajê li NATO’yê dike û dixwaze êrişî Rojava bike. Li Rojava avadaniyeke demokratîk heye, Tirkiye dixwaze vê avadaniyê ji holê rake. Em êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Kurdan qebûl nakin. Divê em van êrişên Tirkiyeyê teşhîr û şermezar bikin.”
Meşvan ji bo roja 3’emîn a meşê li bajaroka Schuptenê kom bûn, bi alayên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Meşvan bi sloganan dimeşin û nîvrokî jî semîran li dar dixin. Wê çalakî li Zollîkofenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bibe.