RIMÊLAN – Meşa dirêj a bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi dirûşma ‘LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ’ hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya dawiyê de dewam dike.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan meşeke 3 rojan hate organîze kirin. Meşa ciwanan wê îro li bajarê Dêrîkê bi dawî bibe.
Ciwanên ku tevlî meşê bûne, ji ajansa me re nirînên xwe anîn ziman, ciwanan diyarkirin ku wê li dijî êrîşên dagirkeriyê têkoşîna xwe bilind bikin.
Ciwanê bi navê Kemal Mihemed got; “Me li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê û malbata Barzanî, meşek li darxist. Em bi piştgirîdayîna berxwedana gerîla, li hember dagirkerên ku êrîşî gerîla dikin disekinin. Heman demê de gefan li Rojavayê Kurdistanê jî dixin, em jî weke ciwan tu carî li hember êrîşên wan serî natewînin. Emê hertim di nava çalakiyan de bin.”
Endamê Meclîsa Ciwanên Dêrazorê Mihemed jî got; “Em jî beşdarî meşa dirêj, ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê bûn. Em li ser navê tevahî ciwanan diyar dikin ku emê tu carî van êrîşên dagirkeriyê qebûl nakin. Em tu carî naxwazin ku dewleta Tirk di xaka me de jiyan bike. Em ji her kesî re didin diyar kirin ku emê dawî li zilma dewleta Tirk bînin.
Ciwanê bi navê Hûseyîn Begarî ku ji bajarê Minbicê beşdarî meşê bûye; “Meşa me bi armanca şermezar kirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê hate li darxistin. Em bi çalakiyên xwe nîşan didin ku em bi hêz û gerîlayên xwe re ne. Emê hertim li ser xeta Şerê Gelê Şoreşgerî têkoşîn bikin û dewleta Tirk ji xaka xwe derbixînin.
Rêverberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Dêrazorê Fehid Eweyde di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ewê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker hertim parastina xaka xwe bikin û got; “Em ji hemû qadan beşdarî vê meşa dirêj ya li dijî dagirkeriyê bûne. Divê dewleta Tirk bizanibe ku em yek dest û yek dilin. Emê ji bo azadiyê û parastina xwe xaka xwe ve têkoşîn bikin. Dewleta Tirk hewl dide ku ewlehiya herêmê xirab bike, em careke din diyar dikin ku emê hertim li rex gerîla bin, ji bo parastina welat jî çi ji me bê xwastin em amade ne.