DÊRÎK – Meşa Dirêj ya ku di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de li Rojavayê Kurdistanê, bi dirûşmeya “li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê”, 3’ê rojin bi coşeke mezin dewam dike.
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye, li ser esasê banga seferberiyê ya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan, 3’ê rojin li qadane bi siloganên “Bijî Serok Apo û Bijî Berxwedana Gerîla”, dimeşin.
Ciwanan meşa xwe ya ku bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê, ku sê rojin dewam dike, îro di gihîştibû roja xwe ya sêyemîn.
Di roja sêyemîn de ciwanan ji sibehê ve ji Girkêlegê destpêkirin û niha gihîştin bajarê Dêrîkê. Li Dêrîkî ciwan ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazî kirin.
Meşa ciwanan heya niha jî bi germahiyeke bilind dewam dike, tê payîn ku wê piştî meşê ciwan kom bibin û daxuyaniyekê li ser esasê seferberiyê bidin.