MARSÎLYA – Kurdistanî ji saha Canebîere ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê heta saha Vîûex Portê meşiyan.
Girseya ciwanan ya ku wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakiribûn, xiyaneta PDK’ê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin.
Çalakî bi pêşengtiya aktîvîstên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) hate kirin. Ciwanan her wiha çalakiyên xwe yên ji aliyê hikûmeta Fransayê ve hatin astengkirin, şermezar kirin.
Girseya ku pankart, meşale û pankartên ku xiyanetê û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve rakirin û bê navber siloganên bi kurdî û fransî berz kirin.
Girseya ciwanan heta ber Walîtiyê meşiya û ji bo bîranîna hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê sirûda Çerxa Şoreş gotin û deqeyek rêz girtin. Piştî deqeyke rêzgirtin, daxuyanî dan.
‘LI DIJÎ VÊ DAGIRKERIYÊ GUHÊ XWE NEGIRIN’
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê hate kirin de wiha hate gotin;
“Em wek ciwan, jin û gelê Kurdistanê berxwedana gerîla hembêz dikin. Ji niha ve ji bo hembêzkirina gerîla li her derê em kampanyayekê didin destpêkirin. Em bang li hemû gelan dikin, li dijî dagirkeriyê berxwedana gerîla biparêzin, çav û guhê xwe li hemberî vê dagirkeriyê negirin.”
Di daxuyaniya ku li ser navê tevgera ciwanan hatiye dayîn de Pêngava 1’ê Hezîranê jî hate silav kirin.
Ciwanan dan diyarkirin ku dewleta Tirk ya dagirker û hevkarên wê li çiyayên Zap û Metînayê li hember berxwedana gerîla bi binketine, û bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Berxwedana Zap”, piştî wê bi saetekê ciwanan çalakiya xwe bi dawî kirine.