DÊRÎK – Tevgera Ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên ku ev bû 3’ê rojin li ser esasê seferberiyê bi dirûşma ‘LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ’ ji bajarê Qamişloyê destpêkiribûn, îro li Dêrîkê bi dawî bû.
Meşa dirêj a ku di 30 ‘ê Gulanê de li Qamişlo destpê kir, di 1’ê Pûşperê de li Dêrîk bi dawî bû. Di tevahiya çalakiya protestoyî de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, YJA-Starê hatin hildan. Di çalakiyê de berxwedana gerîla hate hembêz kirin û dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê hatin şermezarkirin.
Bi beşdarbûna sedan ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, çalakiya meşa dirêj hate li darxistin. Meşa ciwanan heya dawiyê bi coş û moraleke mezin dewam kir. Di heman demê de meşa ku di pêşengtiya ciwan û jinên ciwan de hatî li darxistin, gelek sazî jî beşdarê bûn.
Meşa ku îro li Dêrîk bi dawî bibû, di roja dawî de komek ji ciwanên Ereb û Kurd ragihandin ku ew tevlî nava refên gerîla bûne, di heman demê de li navenda ciwanan a Dêrîk mîtîngek hate li darxistin.
Di mitîngê de Tolhildan Zerdeşt axivî û diyar kir ku bi berxwedana ciwanan wê dagirkeriyê têk bibe. Piştî axaftina ku ji aliyê Tolhildan Zerdeşt ve hatî kirin, 10 ciwanên ji pêkhateya Kurd û Ereb bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla ragihandin.
Piştî axaftinên ku hatine kirin û daxuyaniyên ku hatine dayîn, ciwanan dest bi mîtîngê kirin. Ciwanan bi Hunermed Nûman Amed û Baran Buhar re çalakiyên xwe bi dawî kirin.