LONDON – Çalakiya Meşa Dirêj a li Îngilîstanê ya ji aliyê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Tekoşer) ve hat organîzekirin, danê êvarê li stasyona trenê ya navendî bi dawî bû.
Çalakiya Meşa Dirêj ku danê sibehê li Stasyona Highbury & Islington destpê kir, bi coş, moralê bilind ya ciwanan dewam heya dawiyê dewam kir.
Di çalakiya ku bi pêşengtiya ciwanan de hatî li darxistin, berxwedana gerîlayan bi cil û bergên gerîla li xwe kirinê hate silav kirin û banga xwedî derketina li berxwedana gerîla hate kirin.
Girseya ku gihişt Qada Leicesterê li wir govend gerandin. Ciwanan li wir bi zimanê Îngilîzî daxuyanî xwendin û bang li civakê kirin ku di 11’ê Hezîranê de li Brîtanyayê çalakiyan li dar bixin.
Di berdewamiya çalakiyê de ciwan hatin ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Londonê. Li vir ji aliyê ciwanên Başûrî ve daxuyaniyek hate dayîn.
Ciwanan gotin: “Em ciwanên Kurd li her derê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla û dagirkeriya li 4 parçeyên Kurdistanê li berxwe didin. Emê bersiva konsepta tunekirinê ya li ser gelê Kurd bi ruhê 1’ê Hezîranê ji nû ve geş bikin. Îro parastina baweriya gerîla ya bi Rêbertiya xwe û têkoşîna li qadên azadiyê tê wateya misogerkirina azadiya Rêbertiya me û ya Kurdistanê.”
Li ber avahiya Parlamentoya Herêmê Kurdistanê alên mezin yên HPG û YJA STRA’ê hatin vekirin û ciwanan silogana “Bijî Serok Apo, Bimire îxanet” bê navber berz kirin.
Ciwanan di berdewamiya çalakiya xwe de bi sirûda Çerxa Şoreşe li gara trenê dawî li çalakiya xwe anîn.