NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên îro li dijî hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî bêserûber bi dehan gund û bajarokên tê de şênî hene li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirin. Her wiha dagirkeriyê ji vê sibehê ve bi zêdetirî 30 gund û bi dehan avahî bi 370 moşekan hedef girtin, li kêlek wê jî balafireke bombebarkirî jî bi kar anî.
Li rojhilatê Kobanê û rojavayê Girê Spî, dagirkeriyê bi moşek û topan kargeha çemento Lafarge ya li ser rêya M4 û derdora wê hedef girt, her wiha gundê Ebû Nêtone, Kork, Keçel Ubêd, Qizelî, depoyên Qizelî, Bîr Ereb, Dêr Gulingê, Bîr Xat, Sewan, Bîr Zinar, Qertel, Ehmediyê, Zenûbiya, Şeşê, Xanê, Zerê, Serzorî topbaran kirin. Di encama topbaranê de du welatî birîndar bûn; Kewser Hec Xelîl û Mizgîn Hec Xelîl. Her wiha zirarên mezin gihaştin zeviyên çandiniyê û malên welatiyan.
Li Eyn Îsayê jî, dagirkeriyê bi dehan topan navend bajêr û derdora wê, gundên Dibis, Hoşan, Seyda û derdora rêya M4 hedef girtin.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker gundên Kefer Anton, Miniq, Til Rifet ên herêmên Şehbayê topbaran kirin. Bi balafireke bêmirov a bombebarkirî klînîka tibî ya li Til Rifetê bombebaran kir û zirarên madî çêbûn.
Li Minbicê jî dagirkeriyê gundên Muhsinlî û Ewn Dadat topbaran kirin. Li kêlek wê jî gundên Um El-Kêf û Til Cuma yên li rojavayê Til Temirê bi çekên giran tobparan dikin.
Gurbûna topbaranên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên tê de şênî hene, her wiha bikaranîna kombûnên sivîlan li herêmên dagirkirî ji nixumandina destpêkirina êrişên xwe bi armanca tirsandin û koçberkirina sivîlan e. Ew yek jî dikeve çarçoveya plana rejîma Tirkiyê ya parçekirina erdnîgariya Sûriyê.
Dewleta Tirk a dagirker pişta xwe bi bêdengiya civata navneteweyî xurt dike ku sûcên xwe berdewam bike. Her wiha paşguhkirina civata navneteweyî ji wan sûcan re îstîqrara herêmê û têkoşîna li dijî terorê li herêmê têk dibe.”