VILLIERS LE BEL – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransayê, Parîsê, ciwan li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan. Di meşa ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ku di 17’ê Nîsanê de hat destpêkirin de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG û YJA STAR’ê hatin rakirin.
Ji serî heta dawiya meşê, berxwedana gerîla bi siloganan hate silavkirin.