NAVENDA NÛÇEYAN – Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Emran Emekçî yên ku parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo hevdîtina muwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hefteyekê de du caran serî li van saziyan didin. Lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin.
Carinan piştî mehan tê ragihandin ku hevdîtina bi muwekîlên wan hatiye qedexekirin.
Derbarê Rêber Apo di 18’ê Tebaxa 2021’an de Serokatiya Desteya Îmraliyê ji bo sê mehan hevdîtina bi malbatê qedexe kiribû.
Qedexeya hevdîtina bi malbatê di warê teorîk de di 18’ê Mijdara 2021’an de qediyabû lê serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv tê hiştin.
Parêzeran di 28’ê Adarê de jî dîsa serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn xwestibûn hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê ji holê were rakirin û malbat karibe biçe serdanê.
Di 29’ê Adarê de hakîmtiyê bersiv dabû û ev daxwaz red kiribû. Hakîmtiyê diyar kiribû derbarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dîsa cezayê dîsîplînê hatiye dayîn û ji ber vê nabe ku hevdîtin pêk were.
Di biryara redkirinê de hatibû gotin “Di 3’ê Sibata 2022’an de wekî cezayê dîsîplînê hevdîtina bi malbatê ji bo 3 mehan hatiye qedexekirin û ev tişt di 21’ê Sibatê de teqez bûye.”
Di 12’ê Cotmeha 2021’an de jî hevdîtina Rêberê Gelan a bi parêzeran re ji bo 6 mehan hatibû qedexekirin. Ev qedexe di 22’ê Nîsanê de qediyabû lê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran bêbersiv tê hiştin. Herî dawîn parêzeran di 29’ê Nîsanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û li sedema vê qedexeyê pirsîbûn.
Hakîmtiyê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir û diyar kiribû ku di 13’ê Nîsanê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran hatiye qedexekirin. Derbarê hinceta qedexeyê jî tu agahî nedan parêzeran. Parêzeran di 6’ê Gulanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dan û îtîrazî qedexeyê kirin.