HELEB – Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Meclîsa Taxa Şehîd Gelhat a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê beşdarî çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bûn.Di çalakiya konvedanê de endama Tevgera Şoreşger a Sûriyê Ronahî Xelîl tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gelên kurd û bindest e.”
Li aliyekî din jî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mihemed bang li dewlet û rêxistinên peywendîdar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelan rakin û dem dema azadiyê ye.
Her wiha endamê rêveber ya HPC’ê Fehmî Hemdî wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji fikirê Rêberê Apo ditirse, ji ber vê tecrîdê giran dike.
Piştre sînevîzyonek li ser komploya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate nîşan dan.
Çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.