NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nû da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Erîma, gundên Korhorîk, Boxaz, Kawiklî û Qurtwêran û Seyade topbaran kirin. Çeteyan ji baregeha xwe ya li Şêx Nasir û Şiwêhe ya li rojavayê Minbicê ew herêm hedef girtin.
Topbaran şeva berê ji saet 11:30’an heta bi saet 5:00’an berbanga îro berdewam kirin. Ji duh ve heta berbanga îro 120 top û hawan li wan gundên navborî ketin. Girêdayî mijarê, saet 01:22’yan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um Edesê bi çekên navîn û giran topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku derbê li îstîqrar û ewlehiya li herêmên Minbicê bidin, êrişên xwe zêde kirine.”