NAVENDA NÛÇEYAN – Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji girtiyên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ve hate kirin.
Malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û bi rêya dozgeriyê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer jî ji bo dîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hefteyê du caran serî li herdu saziyan didin. Lê belê daxwaza hevdîtinê bi rêk û pêk bêbersiv têne hiştin.