ŞIRNEX – Bi destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî çiyayên Gabar û Cûdî yên Şirnexê re qirkirina daran jî bênavber didome. Hat zanîn ku di rewşeke wiha de Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn bi sercerdevanên li bajêr re civînek li darxist.
Li gorî agahiyan, civîn li avahiya walîtiyê hat li darxistin. Serokatiya civînê walî Bîlgîn kir û Serokê “Federasyona Şehîd, Gazî û Cerdevanan” Mehmet Gungor, endamên komeleyê û gelek sercerdevan jî beşdarî civînê bûn.
Têkildarî naveroka civînê tu daxuyanî nehatin dayîn.