RIHA – Malbata Şenyaşar ku di roja 454’an de têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Ji mirov re weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e. Em dixwazin li rojeke ku roja hiqûqê hiltê şiyar bibin.”
Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirine. Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 454’an de berdewam dike.
Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye Emîne Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê û kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji bo beşdarbûna panela ku 7 partî û rêxistinên ji bo têkoşîna hevpar hatine gelhev bi mijara “Ji bo pêşeroja Tiriyeyê Bîr, Heqîqet û Hesappirsîn” li Enqerê li dar dixin çûye Enqerê.