QAMIŞLO – Meclîsa Malbatê Şehîdan a Qamişlo îro bi merasîmekê şehîd Kesra Melek û Mizgîn Botan li Goristana Şehîd Delîl Seroxan oxir kirin.
Şehîd Kesra Melek û Mizgîn Botan di êrîşa 30’ê Gulanê ya dewleta Tirk de şehîd bûn. Di êrişê de dewleta Tirk bi balafirekê li Qamişlo erebeyek kir armanc. Ji bilî her du şehîdan, 3 sivîl jî birîndar bûbûn.
Îro merasîma herdu şehîdan li goristana Delîl Saroxan a li Qamişlo pêk hat. Şêniyên Qamişlo, endamên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de bi piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin hate kirin, piştre belgeya şehîdan hate xwandin. Şehîd Kesra û Mizgîn bi siloganan gel ew spartin axê.