NAVENDA NÛÇEYAN
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
‘Tirkiye ji bo PKK ‘terorîst were îlankirin her tiştê xwe seferber kir’
Li Tirkiyê, îxtîdara fermî polîtîkaya wê ya bingehîn ew e ku berxwedana Kurd bi temamî ‘terorîst’ îlan bike û vê yekê jî bi hemû dunyayê bide qebûlkirin. Di çaryeka dawî ya sedsala 20. de hemû derfetên dewletê ji bo PKK terorîst were îlankirin di siyaseta der ve de hat serfkirin. Di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), bi hemû dewletên pêwendîdar re di serî de aboriya Tirkiyê hemû nirxên eskerî û stratejîk di çarçoveya qebûlkikirina vê polîtîkayê de pêşkêşî piyasê hatine kirin. Ji bo PKK terorîst were îlankirin ti tawîza nede welatên Yekîya Ewropyê nema. Hukûmetên Tirkiyê ji bo ji PKKê dûr bisekinin û teza ‘terorîst’ bi wan bide qebûlkirin, hema hema nîvê Tirkiyê ji welatên Ewrûpayê re pêşkêş kirine. Buroyeke PKKê li ku hat vekirin bi heman polîtîkayan berê xwe dan wê deverê jî. Seferberiyeke topyekûn hat îlankirin.
‘Cara yekem dewleta Elmanya PKK’ê xist lîsteya terorê’
Di sala 1985’an de Gladîo’ya NATO’yê ya navend Elmanya xistin nava tevgerê. Divê mirov ji bîr neke ku cara pêşî dewleta Elman di sala 1985’an de PKK weke ‘terorîst’ îlan kir û ev jî bi sedema ku navenda artêşa Gladîo’yê bû. Dema Gladîo’ya NATO hat avakirin, ji beşa li Ewrûpayê Elmanya weke navend berpirsiyar destnîşan kirin. Di destpêkê de haya me ji van rastiyan tinebû. Heta di serî de Elmanya, me Yekîtiya Ewrûpayê û welatên din ên Ewrûpayê weke dostên têkoşîna şoreşgerî dihesibandin. Dereng be jî me fêhm kir ku li dijî gelan şerekî bi dizî û nehênî te meşandin. Nexasim gelên Îtalî, Yewnan û Balkanan ji van gelan ên sereke ne. Dema NATO hat avakirin, ev artêş jî bi armanca pêşîgirtina li kominîzmê hat damezrandin. Haya kêm kesan ji vê rastiyê hebû. Ev artêşa bi dizî hat damezrandin bêhtir li Îtalya, Yewnanistan, Tirkiye û Elmanyayê li dijî şoreşgeran xistin nava tevgerê. Piştî ku Rûsya Sovyetê êdî weke tehlûke nehat dîtin û Yekîtiya Sovyetê ji hev belav bû, ji bilî Tirkiyê li welatên din ên endamên NATO’yê girîngiya wê nema. Li Tirkiyê rewş berevajî bû girîngiya wê bêhtir bû. Di vê de Şoreşa Îranê (1979) û dagirkirina Afganistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve (1980) bi roleke girîng rabûn. Herweha bi sedema ku Gladîo’ya Tirkiyê li Rojhilata Navîn bi rola jenderme radibû, destekeke bê sînor danê. Daxwaza parastina Îsraîlê jî di vê de faktoreke girîng bû. Dîsa parastina çavkaniyên petrolê û desthilatdariyên hevkar ji wan faktorên girîng in ku bûn sedem Gladîo timî di dewrê de bê hiştin.
‘Piştî Elmanya, Amerîka û Îngilîstan PKK’ê xistin lîsteya terorê’
Piştî Elmanyayê DYE’yê û Ingilîstanê jî ji salên 1990’î ve PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin. Berî vê jî hewldana reşkujiya Papa û kuştina Olof Palme, kirin ku ev rastî bêhtir baş bê fêhmkirin. Derxistina holê ya Gladîo’ya Îtalyayê jî qonaxeke din a girîng bû.
‘PDK jî tevlî plana Gladyo ya dijî PKK’ê hate kirin’
Li gorî xala pêncan a qanûna damezrandina NATO’yê hukmê “Eger êrîş biçe ser endamekî weke çûbû ser tevahiya endaman” heye û ev hukim ji sala 1985’an ve bi cih hat anîn. Pêkanîn di çarçoveya Gladîo de hatine kirin. Ji ber ku navenda pêkanînê Elmanya bû, pêşî dewleta Elmanyayê biryar da ku PKK’ê weke ‘terorîst’ îlan bike. Elmanyayê, bi navenda Gladîo ya NATO’yê, şaxên wê yên Tirkiyê û hêzên ewlekariyê yên hundir ên Tirk re PDK jî birin cem xwe û di çarçoveya plansaziyekê de êrîşên xwe zêde kirin. Hevdîtinên bi min re û nexasim jî yên bi riya PDK û Barzaniyan bi armanca ku em bi awayekî xweber dev ji pêngavê berdin, hatin meşandin.
‘Ev biryar aktûalîzekirina biryarên Konferansa Qahîreyê ya derbarê Kurdan de bû’
Ev xwestek an jî pêşniyar, aktualîzekirina biryarên hegemonya kapîtalîst di sala 1920’an de li Konferansa Qahîreyê der barê pirsgirêka Kurdan de dayî îfade dikin. Çawa ku tê zanîn, li gorî vê biryarê; divê Rojhilata Navîn di bin destê hegemonyayê de bê ragirtin, meseleya Kurd jî bi awayekî çareser nebe bê hiştin û bi vê rewşê divê pirsgirêk her dewam bike. Ji bo li Kurdistanê ev pêşbînî bi cih bê, rol didin Barzaniyan û PDK’ê. Ji ber ku di çarçoveya vê pêşbîniyê de pêkanîna hebûna Îsraîlê û mayîndebûna wê jî armanc e, bi tevahî pêkhateyên li Kurdistanê di çarçoveya Proto-Îsraîlê de nebin jî mudaxeleyî wan dikin û wan bê tesîr dikin. Ango di vê çarçoveyê de ji sala 1985’an ve piştî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî êrîşên hêzên Îsraîl, Tirkiye û PDK’ê tevî NATO û Gladîo tînin ser PKK’ê têne fêhmkirin. Li pişt van êrîşan biryareke dîrokî û berjewendiyên heyatî yên rojane hene.
‘Armanca xistina lîsteya terorê ne çareserkirina pirsgirêka Kurd bû’
Di vê demê de weke pêdiviyeke komployê Yekîtiya Ewrûpayê xwe amade dikir ku PKK’ê bixe lîsteya ‘rêxistinên terorîst’. Ji bo vê biryarê bide demeke dirêj ma, ji ber ku hinek welatên Ewrûpayê bi vê razî nedibûn. Xuya ye ku esareta min hêviya van welatan jî şikandiye. Herweha hewldanên bi pîlan ên DYE û Ingilistanê jî hebûn. Pirr bi xurtî piştgiriya Tirkiyê dikirin. Yek ji sedemên herî girîng ê vê piştgiriyê ew bû, diviyabû PKK weke rêxistina terorîst bihata îlankirin. Zexta li ser Yekîtiya Ewrûpayê zêde kirin û di encama sozên dan wê de PKK weke ‘rêxistina terorîst’ hat îlankirin.
‘Ji ber PKK ji ya xwe daneket, wê xistin lîsteya terorê’
Eger Komara Tirkiyê îro bi Yekîtiya Ewrûpayê re gihiştibe muzakereyên hevpartiyê, ji ber bûyerên di çarçoveya pirsgirêka Kurd û PKK’ê de ne. Di serî de Elmanya, nêzîkatiyên welatên Ewrûpayê ji bo PKK’ê ew bûn ku pêşî nerm nêzîk bibin û mîna li Dev-Yol û rêxistinên din ên xwedî potansiyela şoreşgerî kirin, xwestin bigirin nava xwe û bi rêbazên hêza nerm asîmîle bikin. Ev şêweyên têkiliyê demeke dirêj dewam kirin. Lê ji ber ku em ji ya xwe nehatin xwarê ango em li Rojhilata Navîn şoreşger man, vê kir ku welatên behsa wan tê kirin rêbaza xwe biguherin. Pêşî hukûmetên welatan yek bi yek, paşê li ser navê Yekîtiya Ewrûpayê PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û rêbaza lidervehiştinê şopandin. Armanca herdu polîtîkayan astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî şoreşger, demokratîk û sosyalîst bû.
‘Etîketa terorîstiyê xizmetê ji çareseriyê re nake’
Eger hebûna şerekî asîmetrîk li dijî gelê Kurd were qebûlkirin, wê wextê diviyabû mîna dadgeha piştî şerê cihanê yê duyemîn li Nurembergê, piştî şerê Bosna-Hersekê Lahey, dîsa piştî komkujiyên li welatên Efrîka mîna dadgehên di bin çavdêriya NY de hatin lidarxistin, heman şêwaz mehkemekirin ji bo min û aliyê din rêya bi tenê ya adîlane bû. Bi hezaran dozên mexdûrên Kurd li cem Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) hene.
‘PKK weke terorîst îlan kirin, zirerê dide xwediyên xwe jî’
Divê tevahiya hêzên siyasî û dewletên Rojhilata Navîn fêhm bikin ku PKK veguheriye avahiyeke çareserkertir. Bi gotina ‘terorîst’ etîketkirin bi zêdeyî dibe sedema xetimîna çareseriyê û ev gotin zirarê dide xwediyên xwe jî. Modela xweseriya demokratîk a PKK dixwaze bi KCKê berbiçav bike, ne bi tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakên Ereb, Tirk, Îran, Afganistan, Qafqasya û komên din hemûyan ên xwedî heman pirsgirêkan jî modela çareseriyê ye û bi girîngiya manûnemanê radibe.