AMED – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zinar û Şehîd Serxwebûn ên DGH’ê bîlançoya çalakiyên li Amedê ku li darxistine eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser hevkariya ku bi dagirkeriyê re tê kirin û diyarkirin ku her kesê tevlî hevkarî û îxaneta bi dagirkeriyê re bibe, wê were hedef girtin. Heman demê de DGH’ê got; “Em bi biryarin ku tola xwe ji dagirker û polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdistanê tên kirin bigrin.
Di dawiya daxuyaniyê de DGH’ê bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kir ku ew jî tevlî seferberiyê bibin û di pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de çalakiyan li darbixin.
Derbarê çalakiyên ku hatine kirin de ev daxuyanî hate dayîn;
05.06.2022 Li navçeya Kayapinar ya Amedê di dema derbasbûna wesayîta kobra de çeteyekî faşîst di encama pevçûna bi dijmin re bi sabotajeke bombebarkirî û çalakiyeke çekdarî hate cezakirin.
-05.06.2022 Yekîneya Tolhildanê ya DGH’ê ya Şehîd Zinar a li navçeya Rêzan a Amedê, bi gulebarana Erkan Yilmazê ku di bin fermana polîsên faşîst de dixebitî û ciwan dikişand nava fuhuş û tiryakê, bi guleyan hate hedef girtin, di encamê de di lingê xwe de birîndar bû.
-05.06.2022 Wesayîta polîsên faşîst a li navçeya Yenîkoyê ya Amedê di dewriyê de digeriya, derbek giran li wesayita wan ket.
-05.06.2022 cerdevanekî hevkar ku di saziya înfazê de dixebitî di derdora seat 23.55an de ji aliyê yekîneyên me ve hat cezakirin.
Hat dest nîşankirin, ku bi berpirsyariya Şerê Gelê Şoreşgerî, hemû ciwanên Kurdistanê wê bi ruhê berxwedana Zapê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên tên meşandin di nava çalakiyan de bin û heta siya KT’ê ya mêtînger wê li Kurdistanê nemîne.