NAVENDA NÛÇEYAN – Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzer Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ve hate kirin.
Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo dîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hefteyê du caran serî li saziyên navborî didin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv têne hiştin.