QAMIŞLO – Bi hezaran şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, siyasî û nûnerên hêzên leşkerî beşdarî merasimê sersaxiyê ya şehîd Mazlûm Qamişlo bûn.
Konê sersaxiyê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hat vedan.
Di merasîma de, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnemeya gerîla Raman Şêxmûs (Mezlûm Qamişlo) yê ku di 11’ê Sibatê de li Heftanînê di berxwedana li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, ragihand.
Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya konê sersaxiyê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Osman ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hevkariya PDK’ê di êrişên li dijî Herêmên Parastina Medyayê ku gerîla armanc dike, hatin şermezarkirin. Her wiha bang li Kurdan li her derê hat kirin ku li hember van êrişan bisekinin û siyasetên malbata xayîn li hember raya giştî ya kurdî eşkere bikin. Li aliyekî din bang li tevahî partiyên siyasî, kesayetên neteweyî, rewşenbîr û hemû beşên civaka Kurdistanê hat kirin ku helwesteke cidî nîşan bidin.