NAVENDA NÛÇEYAN
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
‘Ya mirov xemgîn dike jin bixwe jî rewşa xwe xwezayî dibîne!’
“Ya herî mirov xemgîn dike, jin bi xwe jî hîn bûye vê paradigmayê xwezayî bibîne. Çewa ku statuyên bi hezarê salan li ser gelan hatine ferzkirin û pîrozkirin xwezayî têne dîtin, ew çend jî li hemû zêhniyet û tevgera jinê jî mîna hatibe kolandin. Çendîn gelan dikin jin, jin jî dibin gel. Wexta Hîtler dibêje; “Gel mîna jinê ne” vê rastiyê destnîşan dike. Em dema hûrûkûr nêzî mijara jinê bibin, emê bibînin ji cinsekî biyolojîk wêdetir wek nijad, çîn û netewekî pê re hatiye danûstendin. Lê wek nijad, nifş û yan jî netewê herî zêde hatiye pelixandin. Divê mirov baş zanibe, ti nifş, çîn, an jî netew mîna jinê li koletiyeke sîstematîk nehatiye qewimandin.”
‘Kolebûna mêran piştî koletiya jinê tê’
“Kolebûna mêran piştî koletiya jinê tê. Koletiya cins cudahiyên wê ji koletiya çîn û netewan heye. Koletiya cins tevî zordestiyeke hişk û nermik bi derewên hisbarkirî tê rewakirin. Cudahiya biyolojîk wek sedemek ji bo koletiya wê tê bi karanîn.”
‘hemû karên jin dikin sivik têne dîtin’
“Hemû karên dike bi gotina “karên pîrekî” sivik têne dîtin. Ketina jinê ya nav gelemperiya civakê ji aliyê dînî û exlaqî ve wek şerm tê qebûlkirin. Her ku diçe ji çalakiyên girîng ên civakî dûr tê xistin. Xebatên siyasî, civakî û aborî çendîn ketin destê hêza serdest mêran, qelsî û lawaziya jinê mîna saziyekê cih digire. “Cinsê qels” mîna baweriyekê tê parvekirin.”
‘Jin li destê mêr dinêre’
“Piştî ku hemû derfetên maddî û manewî ketin destê mêr, êdî jin dibe ku li destê wî binere; carnan lavahiyan dike li ber digere; carnan hemû şerefa xwe binpê dike serî li ber çarenûsa xwe ditewîne û pirî caran jî dixeyide û xwe bi bêdengiyeke mezin dinixumîne. Bi gotineke din mirov jê re dikare bibêje miriya dijî. Em bi çend teşbîhan dikarin rastiyê hê berçav bikin. Teşbîha me ya yekemîn, çivîka di qefesê de ye. Çivîk carnan mîna kanaryayê bi xemil û xêz tê kirin, carnan mîna bilbil deng xweş tê kirin. Her kes li gorî xwe dişibîne çivîkekê. Pirî caran jê re çivîka serçe tê gotin. Teşbîheke din, mîna pisîkek ku timî dike miyaw miyaw û li binê bîreke bêbinî hatibe hîştin. Bi kurtêlan xwe xwedî dike û li ber destê xwediyê xwe baş kedî dibe. Dibe ku teşbîhên me hinekî çor bin, lê ji bo em bi awayekî ilmî kûrbûna vê koletiyê bibînin, hewceyî bi hewldanên wêjeyî û piralî hene.”
‘Mêr destavêtina jin weke qehremaniyekî dibîne’
“Civakeke mezin cinsparêz hatiye afirandin. Helwesta rastîn a çor û hişk di vir de ye; mêr bi awayekî yekalî dest diavêje jinê û ev yek mîna qehremaniyekê tê pêşkêşkirin. Mêr heta dawiyê bi vê kêfxweş dibe û serbilind e, jin jî bi kevirkuştinê heta hepiskirina di kerxanê de û heta careke din nikaribe derkeve nava civakê bi gelek helwestên bêrehim re rûbirû dimîne. Dîsa eger bi awayekî çor rave bikim, mêr bi penîsê xwe heta dawiyê serbilind e, lê jin ji ber yê xwe fedî dike. Cudahiyên pir basît ên bedenî li dijî jinê hatine bi karanîn. Jintî bi xwe bûye hebûnek jê were fedîkirin. Hisa evînê goya pîroz e, mêr bi awayekî yekalî û çavsor li ser jinê ferz dike. Zarokên keçik her tim bêqîmet û heqîr hatine dîtin.”
‘Çima evqas koletiyeke kûr?’
“Bersiva wê ji sedî sed bi rastiya îxtîdarê ve girêdayî ye. Îxtîdar bi awayekî xwezayî koletiyê dixwaze. Eger sîstema îxtîdarê di destê mêr de be, ne tenê beşek ji cureyê mirov, divê tevahiya cins li gorî îxtîdarê reng bigire. Xwediyên îxtîdarê çawa sînorên dewletê mîna yê xaneyê dibînin û her kirinê di navê de ji xwe re heq û rewa dibînin.”
‘Mal dewleta biçûk a mêr e’
“îxtîdara mêr a di nav sînorên malê de ku mîkro modela dewletê ye, ji bo xwe her kirinê – hewce bibîne mirin jî di navê de – heq û rewa dibîne. Jina malê jî ew çend milk û malekî kevin û kûr e, bi hiseke bê sînor a mulkiyetê dibêje; “pîreka min e.” Jin li ser navê zewacê jî nikare îdîayeke piçûk a heq jî li ser mêr bike. Lê mêr bê sînor dikare li ser jinê û zarokan doza heq bike. Divê mirov dîsa li çavkaniya mulkiyetê di nava malê de bigere û di tasarufa li ser jinê de bibîne. Di çavkaniya mulkiyetê de jina kolekirî heye. Koletî û mulkiyeta li ser jinê hatiye danîn pêl bi pêl li tevahiya civakê tê belavkirin. Bi vî awayî her his û ramana koledar û mulkparêz di tevger û zêhniyeta ferd û civakê de tê bi cihkirin.”