HESEKÊ – Îro bi sedan ji şêniyên bajarê Hesekê tev li merasîma oxirkirina şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ferhan Mihemed bû ku li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê li darket.
Di merasîmê de, endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mihemed Dawî axivî û sersaxî ji malbatê şehîd re xwest û got: “Em bejna xwe li hember şehîd ditewînin û soz didin heta serkeftinê em ê li ser şopa wî bin.”
Her wiha, ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulsetar Hesekê axivî û fedakariyên şehîdan silav kir û got: “Wan bi xwîna xwe rêya azadiyê ji me re nexişand.”
Ebdulsetar careke din soza şopandina rêya şehîdan da û got ew ê têkoşîna wan bidomînin.
Di dawiya merasîmê de, edama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê şehîd Ferhan kir, piştre hevalên şehîd Ferhan cenazeyê wî hildan û ew li Goristana Şehîd Dijwar, bi siloganên “Şehîd Namirin” spartin axê.