YAWNANÎSTAN – Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ya li ser Zap, Metîna û Avaşînê, tê payîn ku di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurdistanê de Meşa Navneteweyî bê li darxistin.
Meşa ku wê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û piştgiriya NATO’yê bê li darxistin, wê di 10’ê Hezîranê saet 18:00’an li Qada Syntagma ya Atînayê dest pê bike û heta ber Konsolosxaneya Amêrîkayê dewam bike.