NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di 10 rojan de 445 topên artêşa Tirk û çeteyên wê li gundan ketine û zirarên madî çêbûne.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya 10 rojan a êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên bakurê rojavayê Minbicê eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê têkildarî encamên êrişan ev agahî dan:
“Dagirkeriya Tirk hewl dide aloziyên xwe yên derve ji raya giştî ya Tirkiyê re wek serkeftineke xeyalî bide xuyakirin. Di heman demê de hîn jî li hemû eniyên Minbicê operasyonên dijminane pêk tîne.
Dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya 10 rojên derbasbûyî de li eniyên bakur û rojavayê Minbicê ev sûc pêk anîne:
Artêşa Tirk rojane gundên Hoşeriyê, Cat, Toxar, Ewn Dadat, Mihsenlî, Ereb Hesen, Um Edese, Seyade, Yalinlî, Qertwêran, Kor Hiyûk, Ceble Hemra, Boxaz, Kewiklî û bajarokê Erîme ketober topbaran kirin.
Di heman demê de artêşa Tirk ji baregehên xwe yên li hemberî eniyan, gundên Qîrate, Toxar, Helûncî, Yaşlî, Şêx Nasir, Zerzor û Şiweyhe kirin armanc.
Dewleta Tirk ev baregeh ji bo tirsandina niştecihan bi kar anîn û di 01.06.2022’an de bi balafirên bêmirov ên biçek gundê Ereb Hesen bombebaran kir.
Her wiha 2`yê Hezîranê çeteyan 3 caran û ji 3 aliyan ve hewl da bikevin gundê Mihselî, lê bi saya berxwedana hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên wan têk çûn.
3`yê Hezîranê jî hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniya bakur çeteyekî “Mertalê Firatê” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker kuşt, her wiha çeteyekî din jî dema hewl dida mayinan li derdora gundê Mihsenlî biçîne, birîndar bû.
Di encamê de, di 10 rojan de 445 top li gundan ketine û zirarên madî çêbûne.”