ŞIRNEX – Hat ragihandin ku serê vê sibehê gelek balafirên bêmirov ji Şirnexê ber bi Çiyayê Cûdî ve firiyan.
Li herêma Bestayê û çiyayê Cûdî û Gabarê yên bi ser Şirnexê ve operasyon û êrişên dagirkeriyê yên leşkerên Tirkiyeyê berdewam dikin. Serê vê sibehê gelek balafirên bêmirov (SÎHA) şandin operasyona li herêmên navborî. Hat ragihandin ku SÎHA ji navenda Şirnexê ber bi Cûdî ve firiyan e.