NAVENDA NÛÇEYAN
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
‘Azadî çavkaniya exlaqe’
“Mirov azadiyê weke hêza avakirina civakî bide nasîn di cih de ye. Exlaqê civakî bi tenê bi azadiyê pêkane. Ya rastî, azadî çavkaniya exlaq e. Em dikarin exlaq weke rewşa azadiyê ya hişkbûyî, bi rêûersmbûyî yan jî bi rêzikbûyî diyar bikin. Eger hilbijartina exlaqî çavkaniya xwe azadî be û mirov têkiliya azadiyê bi mejî, serwextbûn û aqil re li ber çav bigire, mirov dikare exlaq weke serwextbûna kolektîf a civakê (wijdan) destnîşan bike.”
‘Her civaka nikare polîtîkaya xwe pêşde bibe mehkûmê têkçûnê ye’
“Qada polîtîk ew qad e ku herî zêde aqilên pêşbîn li ser wê pevdiçin û hewl didin encam bigirin. Her civaka nikare polîtîka civakî pêşde bibe divê baş zanibe ku berdêla vê yekê bêpar mayîna ji azadiyê ye û fatûra vê li wê were birrîn. Meznahiya hunera polîtîkayê bi vî awayî derdikeve pêşiya me. Her civaka nikaribe polîtîkaya xwe pêşde bibe mehkûmê têkçûnê ye. Jixwe pêşdenebirina polîtîkayê tê maneya nasnekirina wijdanê xwe, berjewendiyên xwe yên heyatî û nasnameya xwe. Ji bo civakekê ji vê têkçûn û ketineke xedartir nîne. Civakên bi vî rengî bi tenê ji bo wijdanê xwe yê kolektîf, nasname û berjwendiyên xwe rabûn ser piyan, bi gotineke din wexta ketin nava têkoşîna polîtîkayê xwesteka azadiyê dikeve rojevê. Xwestekên azadiyê yên bêyî polîtîka xwe xapandineke bi tehlûke ye.”
‘Qadên desthilatdarî û dewletê nabin qadên mirov azadiyê lê bigere’
“Desthilatdarî û dewlet têne maneya cihê gotina polîtîk diqede ango azadî bi dawî dibe. Li wê nuqteyê bi tenê îdarekirin, guhdarîkirin, ferman dayîn û ferman girtin heye; qanûn û rêzikname hene. Her desthilatdarî û dewlet aqlekî hişkbûyî, qeşagirtiye. Hêza xwe jî bêhêziya xwe jî ji vê xisleta xwe digirin. Naxwe qadên desthilatdarî û dewletê nabin qadên mirov lê li azadiyê bigire, azadiyê bi dest bixe. ‘Çiqas dewlet ewqas hindik azadî. Ji lewra eger em azadiyê dixwazin divê pêşî em weke wijdanê kolektîf ê civakê exlaq û weke aqlê hevpar polîtîkayê, ji hemû aliyan ve û bi hêza xwe hemûyî ji nû ve rakin ser piyan û kêrhatî bikin, wer xuya dike ku ji bilî vê jî ti çareya me nîne.”
‘Siyaseta demokratîk ji bo hînbûna azadiyê û bi cihanîna wê dibistana rastî ye’
“Têkiliyên di navbera azadî û demokrasiyê de hê zêdetir tevlîhev in. Kîjan çavkaniya kîjanê ye, ev nuqte her cihê guftûgoyê ye. Lê bi hêsanî em dikarin bibêjin, têkiliya zêde ya herduyan hevdu xwedî dikin. Dikare siyaseta demokratîk weke hunera rastî ya azadbûnê terîf bike. Mirov heta siyaseta demokratîk nemeşîne, bi giştî civak, bi taybetî jî her gel û koman ne dikare polîtîk bike ne jî dikare bi rêya polîtîk wan azad bike. Siyaseta demokratîk ji bo hînbûna azadiyê û bi cihanîna wê dibistana rastî ye.”
‘Wekhevî kengî cudahiyan esas bigire dikare manedar bibe’
“Em carnan dibînin ku di berdêldana azadiyê de wekheviyeke tam pêk tê. Gelek caran tê destnîşankirin ku herdu bi hev re nabin, yek divê tawîz bide. Herweha tê diyarkirin ku azadî jî weke berdêl divê carnan ji wekheviyê tawîz bide. Têgîna wekheviyê zêdetir bêjeyeke huqûqî ye. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera ferd û koman, parvekirina heman heqî ferz dike. Lê cudahî û cihêwazî bi qasî gerdûnê xisleteke bingehîn a civakê ye. Cudatî têgîneke welê ye, li parvekirina heq a heman cureyî girtî ye. Wekhevî kengî cudahiyan esas bigire dikare manedar bibe. Yek ji sedema herî girîng a serneketina têgihiştina wekheviyê ya sosyalîzmê ew bû, hesabê cudatiyê nekir, nedît.”