QAMIŞLO – Balefireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker avahiyeke nêzî Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Taxa Meyselon a rojhilatê Qamişlo bomberan kir.
Di encama bombebaranê de zirarên madî li derdora avahiyê de çêbûn. Agahiyên li ser ziyanên canî nehatin bidestxistin.
Tê payîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê li ser êrîşê daxuyaniyekê bide.