NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Tirêjên Rojê li Mersîn û Stenbolê li dijî faşîstan çalakî li darxistin.
Di daxuyaniya Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de hate gotin, “5’ê Hezîranê li navçeya Tarsûsê ya Mersrînê, li dijî febrîqeya hilberîna tûtin û çixareyê ya faşîstên Tirk, însiyatîfa me çalakî kir. Di encamê de febrîqe bi temamî şewitî. Yekîneyên me piştî çalakiyê bi rengekî ewle ji cihê çalakiyê çûn.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “7’ê Hezîranê li Stenbol-Sîlîviyê li hemberî 3 gardiyanên ku demeke dirêj dihatin şopandin ên li Girtîgeha Sîlîvrî wezîfedar bûn, çalakî hate lidarxistin. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wiha ne: Gardiyanên faşîst piştî ku ji kar derketin û li wesayitên xwe siwar bûn û diçûn malê, yekîneyên me li otobana E5 a Sîlîvriyê ji du baskan ve bi çekên ferdî û bombeyan li gardiyanên faşîst xistin. Di encama vê çalakiyê de gardiyanek bi giranî birîndar bû, herdu gardiyanên din reviyan û xwe li stasyona benzînê girtin. Yekîneyên me bi rengekî ewle ji qadê çûn. Însiyatîfa me wê çalakiyên xwe yên li dijî gardiyanên Tirk ên faşîst dewam bikin.”