NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Yek ji endamên hêzên me li herêma Firatê di 8’ê Hezîranê de dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Navê şehîd: Mihemed Derwîş
Navê bav: Fayiz
Navê dayikê: Cemîle
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hîşe, 30.10.2018
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 08.06.2022
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Mihemed Derwîş re dixwazin û bejna xwe li hember tevahî şehîdan ku canê xwe di oxira parastina welat û gel de daye, ditewînin. Em teqez dikin ku heta ewlehî û aştî li tevahî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bên, li ser rêça şehîdan bin.”