NAVENDA NÛÇEYAN – Kampanyaya Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a 16 sendîkayên nûneriya bi milyonan karkirên rêxistinkirî yên li Îngilistanê dikin, her ku diçe berfereh dibe. Sendîkaya Firin, Dexil û Dan û Kar a Giştî BFAWÛ ya ji sala 1847‘an heta bi niha di nav tevgera sendîkayî de çalak e, bi konferansa xwe ya bi tevlîbûna 200 delegeyan li darxist de banga azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kir.
Seroka Giştî ya Sendîkayê Sarah Wooley a xîtabê bi sedan delegeyên tevlî konferansa li bajarê Hastîngs ê Îngilistanê bûn kir, diyar kir ku ew bi kirina piştgiriya bi aktîvî ya Kampanyaya Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şanaz in û got ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi tevgera azadiyê ya bi fikirên xwe li Rojhilatê Navîn bi pêş de biriye hêj jî hêvî ye ji bo mirovahiyê.