NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafireke bê mirov a bi çek a li taxa Meyselon a rojhilatê bajar Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker sibeha roja pêncşemê 9’ê Hezîranê depoya Hêzên Parastina Civakî ya li taxa Meyselon a bajarê Qamişlo kir hedef.
Ev êriş li gel gefên dewleta Tirk a dagirker û domandina êrişên hovane yên li dijî sivîlan û avahiyên xizmetguzarî û civakî hate kirin. Di encamê de 5 welatî birîndar bûn, her wiha ziyan gihiştin erebeyên li cihê teqînê.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiryarên li dijî ewlehî aramiya herêmên me û silametiya welatiyan şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û dewletên garantor ên ku peyman îmze pêk anîne, dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, dawî li van kiryar û binpêkirinan werînin.”