STENBOL – Li navçeya Sultangazî ya Stenbolê kargeha faşîstan ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya DGH’ê ya Şehîd Hogir Amedê ve hat şewitandin. Di encama çalakiyê de zirarên madî zêde gihîştine kargehê. Yekîneyê dema çalakiya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, diyar kir ku dê çalakiyên xwe yên li ser esasê pêngava seferberiyê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” bidomînin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye;
“Di dîroka 07.09.2022’an saet 23.30’an de endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Hogir Amed, li taxa Dökümcüler a li Cebecî ya Sultangazî ya navenda faşîstan a ku komele û çeteyên AKP’ê lê ne, buroya 2 qatî ya paqijkirinê ya li taxa Dökümcüler şewitandin. Bi sabotajê, şewat li panel û stûnên elektrîkê belav bû, teqîn çêbûn û cihê kar vegeriya xwalî û nema dikare were bikaranîn.
Dewleta Tirk a qirker şerê xwe yê li ser xaka Kurdistanê bênavber didomîne, dewleta dagirker li dijî gelê me yê welatparêz êrîşên xwe bê navber dewam dike û dixwaze nirxê gelê me serwer bike, ji bo ku têkçûna xwe ya li çiyayên Kurdistanê veşêre. Divê dewleta Tirk bizanibe ku wê hemû hêza wî were têkbirin.
Hemû hêza wî eve, mehkûmî windakirinê ye. Weke ciwanên Kurdistanê ku bi sonda tolhildanê ya welatparêziyê tevdigerin, emê van bajaran li hemberî vî dijminê hov bişewtînin, çalakiyên me wê her roja ku derbas dibe weke guliyek agirê mezin bibin. Ciwanên Kurdistanê ji her demê zêdetir li hemberî dewleta Tirk hêrs bûne, ev hêrs her roja ku diçe zêde dibe. Di çarçoveya pêngava seferberiyê ya bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” de, em bang li ciwanan dikin ku ji dagirkeran hesab bipirsin, ji ber ku dewleta dagirker êrîşî cenazeyên şehîdên me dike, gorên şehîdên me xirab dike û li dijî gerîlayên Kurdistanê yên bi rûmet gaza kîmyewî bikartîne.